NûçeRojhilatanavinYemen

Şervanên yemenî bersiva cinayetên kirêgirtiyên siûdî dan

Hêzên artêş û şervanên yemenî navçeyin teze li parêzgeha Marebê (navenda Yemenê) ji bin desthilata kirêgirtiyên ser bi serokomarê dest ji kar kişandî yê Yemenê azad kirn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, hêzên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê roja pêncşemiyê li şerekî berfire digel çeteyên ser bi serokomarê îstîfakirî yê Yemenê du navçeyên Alê Salim û El Qaziyê li Servahê li rojavaya parêzgeha Marebê xistin bin kontrola xwe.

Rayedarekî leşkerî yê Yemenê jî destnîşan kir ku du erebeyên leşkerî yên destdirêjkerên siûdî li bakurê El Mexayê li perravên rojavayî yên parêzgeha Teêzê li başûrê rojavaya Yemenê ji nav çûn.

Her wiha Jênêral Cozêf Votêl serokê fermandetiya hzên navendî yên artêşa Amerîkayê li xwe mukur hat ku derdora 12 welatiyên asayî li êrîşa vê dawiyê ya Amerîkayê li ser çeperên koma El Qaideyê li Yemenê hatine kuştin.

Êrîşên esmanî yên Amerîkayê li Yemenê tûşî berteka bihêz a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya vî welatî bûye. Ji ber van êrîşan jin û zarokên yemenî tên kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu