Li gor encaman li şûna 24-28 kursiyan Rutte 31 kursiyan bi dest dixe. Partiya Wilderê rasgirê tundrew jî 19 kursîyan bi dest dixe.
Bi van encaman diyar dibe ku rastgirê tundrew Wilders li hemberî Serokwezîr Rutte têk diçe.
Di encaman de diyar dibe ku Partiya bi seroktiya Serokwezîr Mark Rutte (Partiya Lîberal-VVD) 3 kursiyan bi dest dixe, Partiya Azadiyan (PVV) ya seroktiya wê Geert Wildersê rastgirê tundrew dike jî 19 kursiyan bi dest dixe.
Di hilbijartinê de 114 namzed û 28 partî ji bo 150 kursiyên parlamentoyê bi dest bixin xebitîn. Tê pêşbînîkirin ku ti partiyek nikare li gor encamên vê hilbijartinê bi serê xwe hikûmetê ava bike. Li gor texmînan dê ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê bi hefteyan heta bi mehan dem derbas bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)