IraqNûçeRojhilatanavin
Azadkirina çend derverên din ên rojavaya Mûsilê
Hêzên iraqî li dewama opêrasyona azadkirina şarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî, karîn bazar û têrmînala devera Bab ul Tewbê li beşa rojavaya vî şarî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Hêzên iraqî duh danê êvarê dema azadkirina bazar û têrmînala devera Bab ul Tewbê li rojavaya Mûsilê, hejmarek têrorîst kuştin û yan jî birîndar kirin.
Di vî halî da serleşker Zaid Şakir Cewdet fermandarê polîsên Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku hêzên bin fermana wî de pêşdaçûna ber bi Mûsila kevnar destpê kirin.
Hadî Amirî yek ji fermandarên pilebilind ên hêzên Heşdi Şeibî jî li civîneke ligel fermandeyan qonaxa din a opêrasyona van hêzana li dijî DIŞ`ê hilkoland. (BANGÊ ÎSLAMİ)