CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên bêewlehiya navçê û cîhanê ne

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir; bê şik Amerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên nearamî û bêewlehiya navçê û cîhanê ne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara gotinên Mayîk Pêns alîkarê serokkomarê Amerîkayê li komîta peywendiyên giştî yên Amerîka û Îsraîlê anku Aypekê (AIPAC) destnîşan kir; Bernameya navokî ya Komara Îslamî ya Îranê bi tamî zelal e û hemû raporên ajansa Navnetewî ya Ênêrjiya Atomî nîşan didin ku bernameya navokî ya Îranê aşitîxwazane ye û kes nikare pêşiya vê xebata qanûnî ya Îranê bigre.

Mayîk Pêns li civîna salê ya Aypekê bal kişande ser viya ku Donald Trump serokkomarê Amerîkayê pêbendî soza xwe ya parastina Îsraîlê ye û got: Amerîka kiryarên Îranê yên bêewlehkirina navçê û têkbirina ewlehiya Îsraîlê tamil nake.

Qasimî li bara bernameya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê jî destnîşan kir, Herwisa ku Îranê bi caran ragihandiye , xebatên berevaniya rewa yên Komara Îslamî ya Îranê li gorî pilaneke birêkûpêk ber bi pêş va diçe û Têhran bona qahîmkirina sîstema berewaniya xwe ne ji kesekî şîretan qebûl dike û ne jî ji kesekê îznê werdigre.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Mixabin siyasetên piştevaniya Amerîkayê ji destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî dijî xelkê navçê, herwisa cinayetên hevpeymanên Amerîkayê dijî xelkê bêberevan ê Yemenê bûye sebeba zêdebûna neasramiyên li Rojhilata Navînê û heta wê demê ku siyasetên wiha bên domandin, navçe û cîhan wê ewlehiyê nabîne.

Başa dön tuşu