Rûhanî vegeriya Têhranê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê sefera xwe ya fermî bo Rûsiyê bi dawî anî û vê sibê vegeriya Têhranê.
Li gorî rapora malpera serokkkomariyê, Hesen Rûhanî li sefera xwe ya Moskowayê bi serokkomar û serokwezîrê Rûsiyê re hevdîtin pêk anî û li bara meselên herî giring ên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha doktoriya şanaziyê (Magister degree) ya zanîngeha dewletiya Moskowayê wergirt û nav koma mamoste û xwendekarên vê zanîngehê axift û hevdîtin û gotûbêjek jî tev îraniyên rûniştiyê Rûsiyê re hebû.
Hesen Rûhanî beriya ku vegere Têhranê li gotûbêja bi nûçegihanana re got: Zirûfên zav û curbicur jibo berfiehkirina pewendiyên navbera Îran û Rûsiyê hene û her du dewletan viyana pêdivî jibo berfirehkirina van peywendiyan û xebitandina zirûfên xwe hene.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku berfirehkirina peywendiyan bi Rûsiyê re ji hêla navneteweyî û ji hêla ewlehiya navçê jibo Îranê pir giring e û diyar kir: Îro rojê terorîzm gef û xetereke mezin jibo navçê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran û Rûsiye li du salên buhurî peywendiyên baş bi hev re hebûne û jibo rawestana li ber terorîzmê, hewldana jibo damezrandina aşitî û ewlehiyê li navçê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriye û Iraqê hevkariyên kêrhatî hebûne.
Hesen Rûhanî diyar kir: Li hevdîtina bi Putîn re jî beşek ji muzakiran ser Sûriye, Iraq, Yemen, Efxansitan, pirsgirêkên navçê û heta pirsgirêkên ewlehiyê yên Asiyaya navenî û Qefqazê bû.
Hesen Rûhanî berêvariya roja duşemiyê ser deweta fermî ya Viladîmîr Putîn sefera Moskowayê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)