Xweşrû: Jinavbirina çekên navokî, daxwaza rewa ya civaka cîhanî ye
Nunerê herdem ê Komara Îslamî ya Îranê li NY diyar kir: Dxwaza rewa û cidî ya civaka cîhanî jiholêrakirina çekên navokî yên van dewletan e ku ewlehiya xwe ya xeyalî di bêewlehkirina giştî de dibînin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulamelî Xweşrû, balyoz û nunerê herdem ê Komara Îslamî yaÎranê li NY roja sêşemiyê liaxiftinekê li beşa pilebilind a civîna muzakira belgeya hiqûqî ya qedexetiya çekên navokî li Niyoyorkê got :Serneketina hewldanên navneteweyî û belgeyên mîna NPT`yê derheq wêdebirina gefa mezin a çekên navokî, cihneanîna berpirsiyariyên jiçekkirina navokî ji liyê welatên xwediyê çekên navokî ye.
Xweşrû destnîşan kir: Welatên xwediyê çekên navokî bêyî ku bala xwe bidin ser xwesteka cîhanî, li halê nûjenkirina cebilxaneyên xwe yên navokî û çêkirina kumikên navokî yên nû yên kavilker in.
Wî her wiha bal kişand ser boykotkirina vê civînê ji aliyê welatên xwediyê çekên navokî û got: Îran wek goriyê çekên navokî gefa çekên tevkujiyê bi başî seh dike û micid e ku hewldanên dîplomatîk jibo rizgarkirina mirovahiyê ji vê gefê çalakne beşdar bibin.
Nunerê herdem ê Îranê li NY tekez kir: Ev muzakire divê bibin sedema pêkhatina belgeyeke navneteweyî ku li gor wê çêkirin û berhemanîn, ceribandin, guhestin, bicihkirin, nûjenkirin û xebitandina çekên navokî bi her awayî qedexe ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)