Rezaleta li Urdinê, amadetiya ereban jibo aşitiya bi Îsraîlê re

Rayedarên welatên erebî roja çarşemiyê li dawiya civîna yek rojî ya Yekitiya Ereban li Urdinê ragihandin, amade ne ku aşitiya dîrokî tev Rejîma Siyonîstî pêk bînin bi şertekê ku ev rejîma ji erdên dagirbûyî yên şerê sala 1967 paşde vekişe.
Ragihandina fermî ya plana aşitiya ereban tev Îsraîlê ji aliyê Yekitiya Ereban li halekê ye ku piraniya hakimên welatên erebî bitaybet Erebistanê û Behreynê li salên dawiyê li bêdengî û bi awayekî fermî peywendiyên xwe tev rejîma dagirker a Qudsê, dijminê sereke yê gelê Filistînê û cîhana Îslamê destpê kirine.
Li gorî rapora El-Alamê, li daxûyaniya vê civînê ku ji aliyê Ehmed Ebû El-Qeyt, sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban hat xwendinê, bêyî berçavgirtina xwesteka gelê Filistînê, her wiha ser dewama muzakirên lihevkirina navbera teşkîlata xweîdarekir a Filistînê û Îsraîlê li gorî rêçareya du dewletan hatiye tekezkirin.
Gel û grûpên têkoşer ên filistînî lê tim bawer in ku hevkariya teşkîlata xweîdarekir a Filistînê bi Îsraîlê re, xetera cidî jibo filistîniyan tê hejmarê û dewama muzakirên lihevkirinê tim ser ziyana filistîniyan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)