Wezîrê karên derve yê Iraqê mayîna eskerên Tirkiyê li welatê xwe weke binpêkirina hakimiyeta Iraqê da aznîn
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê roja pênşemiyê li hevdîtina Antonio Guterres (gutêrêş), sekreterê giştî yê Rêxistina NY li Bexdayê mayîna eskerên Tirkiyê li bakurê Iraqê rexne kir û tekez kir: Welatên curbicure cîhanê û Yekitiya Ereban ji Tirkiyê xwestine ku ji axa Iraqê derkeve lê welatê hanê tim hakimiyeta Iraqê binpê dike.
Wezîrê karên derve her wiha ser pêwîstiya piştgiriya zêdetir a NY ji awareyên Mûsilê, li bakurê Iraqê sekinî.
Sekreterê giştî yê NY jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku azadkirina Mûsilê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê kilîla yekitî û aramiya Iraqê ye û got : Ev rêxistinê li hemî mijaran piştgiriyê dide Iraqê û plana Bexdayê jibo bisûçzanîna bîr û ramanên terorîstî dê bike karê xwe yê sereke.
Guterres destnîşan kir: Rawestana iraqiyan li ber terorîzmê ev îmkana da Iraqê ku civaka navneteweyî ji vî welatî piştgiriyê bike.
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres roja pênşemiyê jibo hilkolandina rewşa awareyên Mûsilê û hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên iraqî re gihêşt Bexdayê.
Konseya parêzgeha Neynewayê roja duşemiya buhurî li daxûyaniyekê ragihand: Hejmara awareyan li rojava Mûsilê gihêştiye nêzîkî nîv milyon kesî û ji ber nebûna xizmetên pêwîst jibo alîkariya bo awareyên me ev amara li halê zêdebûnê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)