IraqNûçeRojhilatanavin
Pevçûnên giran li derdora mizgevta El-Nûrî ya Mûsilê
Çavkaniyên erebî ragihandin ku êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser navçên derdora mizgevta cami` a El-Nûriyê li rojava Mûsilê li bakurê Iraqê işkest xwariye.
Li gorî rapora El-Meyadînê, hêzên iraqî roja pênşemiyê êrişa DAIŞê ji navça rojava mizgevta Cami` ya El-Nûriyê li beşa kevnare ya Mûsilê ber bi werzişgeha vî bajarî bêencam kirin.
Hêzên iraqî gihêştine nêzîkî mizgevta El-Nûriyê û pevçûnên giran li derdora vê mizgevtê qewimînîne.
Li gorî vê raporê, hêzên iraqî duh bi pêşdeçûna ber bi navça Hewş El-Xanê li rojava Mûsilê serketinên giring bi dest xistine û li şeqamên Qazî û Neynewayê nêzîk bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)