IraqNûçeRojhilatanavin

Mezintirîn bazarên Mûsilê hate rizgarkirin

Hêzên dijterora Iraqê ragehand ku, hêzên wan mezintirîn bazarên bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Li gor çavkaniyekê ji malpera Şefeq News a Iraqê re ragehand ku, îro, roja Yekşemê 16.04.2017 Hêzên dijterora Iraqê di çarçoveya pêşveçûnên xwe li taxa El-Tenek rojavayê bajarê Mûsilê, karîn mezintirîn bazarên Mûsilê ku, bi nave bazara El-Meaş e ku, taybet bi firotina keskatiyê ye rizgarkirin.

Heman jêderî da zanîn ku, Asayîşa Navendî meydana Xaz Bab Sincar ku, dikeve rojavayê Mûsilê li navçeya El-Zenclî kontirolkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu