NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê hin deverên stratejîk ên li dorûbera bajarê qedîm Palmîrayê kontrol kiriye

Televizyona Sûriyê eşkere kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên hevpeymanî milîtanên DAIŞê bêbandor kirin û li dorûbera Palmîrayê girên stratejîk û bendava Ebû Kulayê kontrol kirin.

Di nûçeyê de hat gotin, “Yekîneyên artêşa Sûriyê yên li herêma Hûmsê, gelek girên stratejîk ên 25 kîlometre li bakurê rojavayê Palmîrayê kontrol kirin.”

​Hat diyarkirin ku piştî pevçûnên dijwar û bêbandorkirina milîtanên DAIŞê niha pisporên bombeyan dest bi paqijkirina mayînan kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu