ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêveçûna hilbijartinên serokkomartiya Îranê li çar bajarên Çînê

Sefareta Komara Îslamiya Îranê li Çînê ragihand: Dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomartiya Îranê li 19`ê Gulana îsal, ji bilî avahiya balyozxaneya Îranê li Pêkenê, wê li sê bajarên din ên wê welatê jî were lidarxistin.

Balyozxaneya Îranê li Çînê, roja çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê li bara çawaniya birêveçûna dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomartiya Îranê û bajarên mazûvanê vê hilbijartinê li çînê, ragihand: Konsûlgeriyên Îranê li bajarên Şanghay, Guwangcû û Hongkongê, mazûvanên îraniyên li welatê Çînê jibo beşdariya li hilbijartina serokkomartiya Îranê ne.

Li gorî gotina Hesen Qeşqawî, serokê taxima navenbdî ya çavdêriya li ser hilbijartina serokkomartiya Îranê li derveyî welêt, ev hilbijartina li 103 welatan û 132 nûneratiyan herwiha 279 navendên wergirtina dengan dê were lidarxistin.

Du mîlyon û 500 hezar îraniyên derveyî welêt, şertûmercên pêwîst jibo dengdayîna li hilbijartina serokkomartiya Îranê heye.

Hilbijartina serokkomartiya Îranê wê 19`ê meha Gulana 2017`an were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu