ÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka çi li dewrana serokomarê berê û çi jî niha tu xebateke berbiçav li şerê dijî terorîstan li navçê cih neaniye

Husên Emîrebdullahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li hevdîtina xwe ya duh yekşemê tev Nêgvîn Hong Tek baylozê Viyetnamê li Têhranê destnîşan kir; Li rewşa ku pêkhatina lezgîn a guhertinan li Rojhilata Navîn li ser ewlehiya navçê û cîhanê bi tesîr bûye, siyasetên şaş ên Amerîka li navçê hîn jî têne domandinê.

Husên Emîrebdullahiyan bal kiişande ser rewşa niha ya Yemenê û êrişên Erebistanê ser axa Yemenê û got: Ji ber siya şêr ku niha li Yemenê heye û ji ber destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê niha Yemen bûye navendekî girîng ji bo terorîstan.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî herwisa bal kişande ser peywendiyên ber bi baştir çûnê yên Îran û Viyetnamê û bitaybet hevkariyên parlemanî yên her du welatan û got: Meclisa şêwra îslamî ya Îranê ji berfireh bûna hevkariyên curbicur dinavbera du welatan pêşwaziyê dike.

Nêgvîn Hong Tek baylozê Viyêtnamê li Têhranê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser amadebûna dewlet û meclisa welatê xwe bona qahîmkirina peywendiyên tev Îranê û got:Gotûbêjên taximên siyasî, parlemanî û çandî di navbera du welatan de roleke berbiçav li ser berfirehbûna hevkariyên Viyetnam û Îranê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu