Azadiya 36 gundan heya niha li Mûsilê ji destpêka azadkirina El-Qîrvanê

Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ragihand ku 36 gund ji destpêka azadkirina El-Qîrvanê li rojava Mûsilê heya niha hatine rizgarkirin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîm Newsê, Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşda Şebî ya Iraqê bal kişand ser giringiya stratejîk a qonaxa dudiyan a operasyona aadkirina navça El-Qîrvanê ji lepên terorîstan û got : Piştî dorpêçkirina Teleferê ji aliyê hêzên iraqî, DAIŞ`ê navçên El-Qîrvanê û El-Beacê wek navenên fermandehoyê bijart ku eva nîşana stratejîkbûna van navçana jibo terorîstan e.
Hêzên Heşda Şebî ya Iarqê piştî dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Neynewayê, îniya buhurî li rojava vî bajarî operasyonek jibo rizgarkirina navça El-Qîrvanê û gundên derdora wê destpê kirin.
Fermandehiya operasyona azadkirina Neynewayê jî ragihand ku Hêzên rawestana li ber terorîzma Iraqê, taxa El-Erîbî li kêleka rastê Mûsilê ji lepên DAIŞê rizgar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)