Eskerên Rejîma Siyonîstî 5 filistînî li qiraxa rojavaya çemê Urdinê girtin
سهربازانی زایۆنیست پێنج فهلهستینیان له لێواری ڕۆژاوای چۆمی ئۆردۆن قۆڵبهست کرد
Eskerên Rejîma Siyonîstî şeva bihurî li qiraxa rojavaya çemê Urdinê û li bajarê El-Xelîlê êrişî ser malên xelkê kirin û malên xelkê geryan û sekirin û hinek ji malên wan jî wêran û xopan kirin û 5 filistînî girtin û şandine zîndanê.
Herwisa leşkerên Rejîma Siyonîstî bi erebe û wesayêtên leşkerî êrişî ser bajarokê El-Îzriye û Ebû Dîs li derûdora Qudsa Şerîf kirin û di navbera wan û xelkê wan bajaroka şer derket.Eskerên Rejîma Siyonîstî li van êrişên xwe ji gaza îzotê û gullên pilastîkî istifade kirin ku ji ber vê destdirêjiya wan çend kes ji xelkê Filistînê birîndar bûn.Li vî halî çekdarên Rêjîma Siyonîst îro pêncşemê êrişî ser mala Xalid Teqateqe kirin û endamên mala wî girtin.Xalid Teqateqe pêştir bi mihana xebata ji bo êrişa ser siyonîstekê li bajarê Bêyt Fecarê şehîd bû.çekdarên Rêjîma Siyonîst pêştir jî bi erebeyên zirêxkirî êrîşî ser bajarên El-Xelîl, Beytlehm, Ramellah û Qilqilyayê û çend taxên rojhilata Bêytulmuqedesê kirin û 19 filsitînî girtin.Navçeyên cûrbicûr ên Filsitînê ji destpêka Cotmeha 2015`an va heta niha bûne qada êrîş û cinayetên Rêjîma Siyonîst li dijî filsitîniyan ku Serhildana Qudsê li dijî vê rêjîmê ji dûhatên wê ye.Ji destpêka Serhildana Qudsê va heta niha derûdora 212 filsitînî bi derba gulleyên çekdarên siyonîst şehîd bûne.
سهربازانی رژیمی زایۆنیستی به هێرش بۆسهر ماڵی فهلهستینیان له شاری ئهلخهلیل ههڵکهوتوو له باشووری لێواری ڕۆژاوا بۆ وێنه، ماڵی دیله ئازادکراوهکان، دهستیان کرد به پشکنینی ماڵ بهماڵ و لهناوبردنی کهلوپهل و شتومهکی ناوماڵهکان.
سهربازانی زایۆنیست بهداکۆکی ئۆتۆمبیله سهربازییهکان، هێرشیان کرده سهر شارۆچکهی العیزریهو ئهبوودیس له شاری قودس و لهگهڵ دانیشتووانی ئهو ناوچانه کهوتنه شهڕ و پێکدادان.
سهربازانی زایۆنیست بهبڵاو کردنهوهی گازی فرمێسک هێن و گولـلهی لاستیکی، ژمارێک فهلهستینیان بریندار و تووشی حاڵهتی خنکان کرد.
سهربازانی رژیمی زایۆنیستی ههروهها ئهمڕۆ پێنج شهممه هێرشیان کرده سهر ماڵی خالید تقاتقه که پێشتر به بیانووی ههوڵدان بۆ پهلاماردانی زایۆنییهک به چهقۆ له شارۆچکهی بهیت فجار له نێزیک شاری بهیت لهحم، به گولـلهی زایۆنییهکان کوژرابوو، ئهندامانی خێزانهکهیان قۆڵبهست کرد.
رژیمی زایۆنیستی بێ لهبهرچاو گرتنی بڕیارنامهکانی ڕێکخراوی نهتهوهکان و کاردانهوه جیهانییهکان، ههروا درێژه دهدات به شارۆچکه سازی، داگیرکردنی سهرزهوییهکانی فهلهستین، وێران کردنی ماڵ وحاڵی فهلهستینییهکان و کوشت وبڕ له فهلهستینی داگیرکراو.
له سهرهتای دهس پێ کرانی ئینتیفازهی قودس له ئۆکتۆبری ساڵی رابردوو(ڕهزبهر)وه تائێستا، 212 فهلهستینی به زهبری گولـلهی سهربازان و شارۆچکه نشینانی زایۆنیست له لێواری ڕۆژاوا، کهرتی غهززهو سهرزهوییه داگیرکراوهکان شههید کراون
(BANGÊ ÎSLÂMİ)