CîhanEwropaNûçe

Keteloniya: Eger Îspaniya Referandomê retbike, ew dê yakser cudabibin

Herêma Kketeloniya ragehand; ger Hikumeta Îspaniya Referandoma serixwebûna wan ret bike, ew dê cudabûna xwe ragehînin.
Rojnameya Êl Pays ya Îspanî ragehand; serkirdatîya Herêma Keteloniya Piroje yasayek berhev kirîye û li gor wê, ger Hikumeta Îspaniya rê nede wan Referandoma serixwebûnê biken, ew dê yakser û bê razîbûna Hikumetê, cudabûna xwe ji wî Welatî ragehînin.
Li gorî piroje yasayê, ger Keteloniya ji Îspanya cuda bû, dê sîstema Komarî ya Perlemanî wek sîstema wî Welatî hêt destinîşankirin, herwisa dê bibe yak ji endamên Yakêtîya Ewropa.
Li gor destûrê Îspaniya, nabe çi Herêm yên ser bi Îspaniya ve bêy razîbûna Hikumeta Îspaniya Referandoma serixwebûnê bike yan bêy Referandom cuda bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu