Elî Şemxanî: Hin welatên piştgirê terorîzmê li navçê bi derhatên niftê, Rojhilata Navîn kirine cebilxaneya welatên rojavayî û bêewlehtî û tund û tûjiyêberbelav dikin
Li gorî rapora SAHAR TV`yê, Elî Şemxanî, roja sêşemiyê dema gihêşt Moskowayê, bal kişand ser vê yekê ku ewlehiya gelan û welatan ser bingeha zêdekirina beşadriya li kivşkirina pergal û nijyarên siaysî ye û got: Li gor nihêrîna Komara Îslamî ya Îranê, komkirina amûrên şêr ti carî ewlehiyê pêk nayne û çarenivîsa Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, jî mînaka vê rewşê ye.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê herwiha dewama şêwirîn û hevkariyên nêzîktir ên welatên giring û kêrhatî li ewlehiya navneteweyî jibo kêmkirina talûke û qeyranên ewlehiyê li çarçoveya stratejiya pêkanîna aşitî û aramiya cîhanî pêwîst da zanîn û destnîşan kir: Cîhan zêde ji her tiştî hewcedarê dûrbûna ji nihêrîn û kiryarên tundrewane ye.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê herwiha bal kişand ser însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê jibo lidarxistina yekim civîna sekreterên konseya ewlehiya neteweyî ya welatên endamê hevalbendiya li dijî terorîzmê ya hevpeymanên Sûriyê li vê seferê û got: Ev civîna jibo jordebirina ewlehiyê bitaybet warê rawestana li ber terorîzmê kêrhatî ye.
Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îro gihêşt Moksowayê ku li civîna ewlehiyê bi beşdariya taximên zêde ji 100 welatên cîhanê li Rûsiyê, helwest û stratejiyên Îranê li vî warî bitaybet rawestana li ber terorîzmê bixe rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)