Êrişa hêzên erebistanî ser mala çalakekî siyasî li Ewamiyê
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya malpera nûçan a El-Ehdê ya Lubnanê, Muhemed El-Emar çalakê siyasî yê Erebistanê bi tawana beşdariya li xwenîşandana li dijî Rejîma Siûdî li bajarê El-Qetîfê li parêzgeha El-Şerqiyê ya Erebistanê hatiye girtin. Hêzên erebistanî her wiha agir berdan mala Muhemed El-Emarê.
Eva li halekî ye ku tê gotin ku êrişên hawanên siûdiayn ser navçeyên şîşenişîn ên bajarê El-Qetîfê li meha pîroz a Remezanê tim didome. Li gor nûçan eskerên Rejîma Alê Siûd bi agirberdana hin malan li navça El-Ewamiyê dest bi dizîna malên xwe kirine.
Eskerên siûdî ji 10 Gulana 2017`an êriş kirin ser navça şîenişîn a El-Ewamiyê li parêzgeha El-Şerqiyê ya Erebistanê. Ew, van navçana navenda pêkhatina nerazîbûnên li dijî hikûmetê dizanin. Êrişên eskerên Alê Siûd ser neraziyan li rojhilata Eeebistanê bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyan ji wan xwendevanan û wendabûna hejmarek ji xelkê navça El-Ewamiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)