Li Kolombiyayê rayedarên hikûmetê û nûnerên Hêzên Çekdar ên Şoreşger (FARC) ji bo nirxandina rageşiya di pêvajoya aştiyê ya ji ber ku hin mensûbên rêxistinê pêşiyê hatin girtin û paşê jî hatin berdan da li hev civiyan.
Endamê Komîsyona Bilind a Aştiyê Sergio Jaramillo, Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Juan Fernando Cristo û Serokê FARCê Rodrigo Londono, sermizakerevanê rêxistinê Ivan Marquez û yek ji serkirdeyên rêxistinê Pastor Alape beşdarî civîna li qada kombûnê ya Cano Indio ya li dewrûbera bajarê Tîbûyê bûn.
Herdu aliyan jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî belav kirin û destnîşan kirin ku di civînê da mijara bicihanîna soz û wadên pêvajoya çareseriyê hat rojevê û herwiha herdu alî jî girêdayî van sozan in.
Marquez qala du mensûbên FARCê ku dawiya hefteyê hatibûn girtin û paşê jî hatibûn berdan kir û wiha got, “Me behsa hin bûyerên dema neyên çareserkirin, dibe ku zirarê bidin pêvajoya aştiyê, kir.”
Bijîşkê FARCê Jose Vasquez û endamê rêxistinê Yimmi Rios ku ligel Mekanîzmaya Çavdêrî û Piştraskirina Agirbestê ya NYyê (MM&V) xebatan dimeşîne, dawiya hefteyê hatibûn girtin û paşê demeke kin bin şûnda hatibûn berdan.
Piştî îmzekirina rêkeftina aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê da milîtan li welat li 26 herêmên destnîşankirî kom bûn û paşê di 1ê adarê da pêvajoya çekdanînê dest pê kiribû. Di vê qonaxê da, ku xebatên sinifandin û tomarkirina cureyên çekan di bin çavdêriya çavdêrên MM&Vyê da dewam dike, FARCê di 17ê adarê da 140 çekên xwe teslîm kiribûn. Bi vê gavê va FARCê piştî 50 sal heyama şer û pevçûnan, bona cara yekemîn çek danî.
Rêkeftina aştiyê ya yekemîn a ku di 2yê Cotmeha 2016an da di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin, di referanduma ku qedera 13 milyon kolombiyayî çûbûn ser sandoqê da ji sedî 50,24 dengê “Na” derketibû. Herdu alî paşê li Havanaya paytexta Kubayê li ser maseyê rûniştibûn û di 12ê Mijdara 2016an da li ser rêkeftineke nû li hev kiribûn û herwiha Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono di 24ê Mijdara 2016an da ev rêkeftina nû îmze kiribûn.
Li Kolombiyayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e û nifûsa wê ji 48 milyonî zêdetir e, zêdetirî 50 salan şerê navweyî dewam kiribû û herwiha di şerê navxweyî da nêzîkî 260 hezar însanî jiyana xwe ji dest da, 6 milyonî zêdetir însan jî bûn koçber. (BANGÊ ÎSLÂMİ)