IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Xwepêşandana gelê Iraqê dijî gendeliyê

Xelkên Iraqê bi xwepêşandanan xwestin ku çaksaziyên siyasî û têkoşîna dijî gendeliya nav hikûmetê bidomin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alam`ê, gelên Iraqê li parêzgehên Besre, Mîsan, Zîqar, Wasit, Kerbela û Dîwaniyê duh xwepêşandan dijî gendeliya nav dezgehên hikûmetê bi rê xistin. Xelkên Iraqê li xwepêşandanan xwestin ku çaksaziyên siyasî û dewleta têknokirat bi merema dabînkirina rewşeke baş a ewlehî, xizmetguzarî û aboriyê pêk bên. Xwepêşanderan berpirsên gendelkar ên dewletê şermezar kirin û xwestin ku ew bên cezakirin û pêşiya gendliya îdarî û daraiyê bê girtin. Gelê Bexdayê jî li Meydana Tehrîr a vî şarî grev û nerazîbûna xwe domandin û xwestin ku dewlta têknokirat pêk bê.Iraq bi dû ragihandina guhertinan li kabînê ji aliyê serokwezîrê vî welatî va tûşî qeyrana siyasî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu