ÎranNûçeRojhilatanavin

Yehya Rehîm Sefewî: Amerîka êrîşî me bike emê hemû binkeyên wan hilweşînin

Şêwirmendê leşkerî yê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Yehya Rehîm Sefewî ragihand ku heke Amerîka êrişî Îranê bike em ê hemû binkeyên wan hilweşînin.

Yehya Rehîm Sefewî berê Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê bû. Sefewî bertekeke tund nîşanî daxuyaniya Amerîka ya li dijî welatê xwe da. Rehîm Sefewî derbarê gefên serbazî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê got: “Moşekên dûrhavêj ên Îranê heta 2 hezar kîlometroyan dikarin bigihîjin armancên destnîşankirî. Eger Amerîka êrişî Îranê bike, Îran dê ewlehiya baregehên serbazî yên Amerîkayê yên li deverê bixe bin metirsiyê û hemû wan baregeha ji nav bibe.”

Şêwirmendê Rêberê Îranê RehÎm Sefewî destnîşan kir ku Amerîka bi gefan dixwaze li ser Îranê bingeha pevçûneke serbazî li gel Îranê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu