NûçeRojhilatanavin

Alîkariya 4 milyar dolarî ya Imaratê bo Misrê

Dewleta Imaratê 4 milyar dolar bona xebitandina sermayê û wek alîkariya dirafî dide Misrê.

Li gorî rapora Press TV`yê, şêx Muhemed Bin Zayid Alê Nehyan, welîehdê Ebûzebiyê li dawiya sefera xwe ya Misrê got: Imaratê dil heye alîkariya 4 milyar dolarî bide Misrê. Li gor vê raporê, 2 milyar dolar ji vî diravî bo xebitandina sermayê li warên geşatiya Misrê û ya mayî wek palpiştiya malî dê bidine Banka Navendî. Imaratê ragihandiye ku ev kirayar li çarçoveya hevkarî û hevahengiya startejîk navbera her du welatan û bi armanca bihêzkirina riya avedankirin û geşatiya Misrê û qedrzaniya ji rola giring a vî welatî li navçeyê cih hatiye . Roja înê Ebdulfetah El-Sîsî serokkomarê Misrê û welîehdê Ebûzebiyê li Qahirê hevdîtin kirin. Li vê hevdîtinê her du aliyan ser xurtkirina hevkariyan û peywendiyên stratijîk ên her du welatan û rawestana li ber terorîzmê tekez kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu