ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê behsa têkbirina tîmeke têrorîst li parêzgeha Kurdistanê kir

Navenda ragihandinê ya Biryargeha Hemze Seyidulşuheda (S) a hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê behsa têkbirina tîmeke têrorîst li parêzgeha Kurdistanê kir.

Li gorî rapora SIPAH NEWS`ê, Navenda ragihandinê ya Biryargeha Hemze Seyidulşuheda (S) a hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê ragihand ku tîmeke têrorîst a ser bi zorbêjên cîhanê li parêzgeha Kurdistanê têk bir.

Li gorî vê raporê, tîmeke têrorîst ku dil hebû kiryarên têrorîstî pêk bîne û rewşa welêt aloz bike, vê sibê ji alîyê hêzên Biryargeha Hemze Seyidulşuhedayê(S) va hat naskirinê û piştî pevçûnekê li parêzgeha Kurdistanê, 3 têrorîst hatin kuştinê û têrorîstek jî hat girtinê.

Di encama vê pevçûnê da herwiha hejmarek çek û rextên têrorîstan ketin destê hêzên bejayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu