Hewldana jibo jinavbirina 100 endamên DAIŞ`ê yên mayî li Mûsila Qedîm
Çavkaniyên iraqî dibêjin ku hejmara endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê ku li navçeyên Mûsila qedîm hatine dorpêçkirin kêmtir ji 100 kesî ye.
Televîzyona Meyadînê ya Lubnanê roja çarşemiyê raghand ku artêşa Iraqê li rojên derbasbûyî hewldana xwe jibo paqijkirina navçayên binkontrola endamên DAIŞê li navça kevnare ya bajarê Mûsilê li parêzgeha Nenewayê li bakurê Iraqê zêde kiriye.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, du endamên întiharî ku bi kinvên polîsan dixwestin li rojhilata Mûsilê operasyona terorîstî cih bînin , hatin kuştin.
Di eynî demê de televîayona El-Alamê raghand ku hêzên Rêxistina rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê li dewama pêşdeçûnên xwe li Mûsilê gihêştin mizgevta came ya El-Musefayê li navça El-Kewazînê.