CîhanEwropaNûçe

Bîlançoya bûyeran eşkere bû: 476 polîs birîndar bûn û 411 kes jî hatin binçavkirin

Serokwezîrê Eyaleta Hamburgê Olaf Scholz, Senatorê Navxweyî yê Hamburgê Andy Grote, Midûrê Ewlehî Ralf Martin Meyer û amire ji ewlehiya G20ê berpirsyar Hartmut Dudde di civîna çapamenî de bilançoya bûyerên Zîrweya G20ê ji raya giştî re eşkere kirin.

Dudde di axaftina xwe de got: “Di bûyerên 22ê Hezîran û 9ê Tîrmehê de 476 polîs birîndar bûn, 411 çalakvan jî hatin binçavkirin û ji wan 37 kes hatin girtin. Heta niha li Hamburgê tiştekî wiha neqewimiye.”

Serokwezîrê Eyaleta Hamburgê Scholz jî di axaftina xwe de got: “Bi ti awayî em musaede nakin ku careke din bûyerên bi vî rengî li Hamburgê pêk werin.”

Scholz di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev bûyerên ku qewimîn hem min û hem jî gelek însan dilsar kirin. Ev nayê qebûlkirin. Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku careke din tiştekî wiha li Hamburgê çênebe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu