Cudabûn ket nav DAIŞê û wîlayeta Telaferê serxwebûna xwe ragehand
Çavkaniyek navxweyî ya li parêzgeha Nînowa duh êvari 12.07.2017ê aşkera kir, rêxistina terorîsta a DAIŞê wîlayeta Telaferê wek wilayeta serbixwe di nav dewleta xîlafetê de ragehand.
Çavkaniyên navxwe yên parêzgeha Nînowa di daxuyaniyeke rojnavemanî de ragehand: ‘’Rêveberiya DAIŞê li bajarê Telaferê bi beyanameyekê ragehandiya ku ew bajar, wîlayetek serbixwe ye di nav dewleta xilafetê de, heman demê de gef li wan kesan kiriye ku ewên li dijî vê fermanê rawestin.’’
Heman çavkaniyê ji malpera Sumeriye news re ragehandiye ku Telafer bi temamî di destê rêveberên ereb û biyanî de ye û got: ‘’Piştî ku çend heftî berî naha hin rêveberên Iraqî yên DAIŞê li Telaferê hatin gulebaran kirin, rêveberên navxweyî yên wî bajarî ti rolek di destê wan de nemaye.’’
Herwaha got, rêxistina terorîst li Telaferê hemû fermanên xwe heta naha bi logoya wîlayeta Nînowa ya rêxistinê ve rêdikir, ew hilweşand û naha xwe bi serbixwe dizanin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)