NûçeRojhilatanavinSûriye
Terorîstan bi hev ketin: Di navbera hêza girêdayî Artêşa Sûriya Azad (ASA) Ehrar el-Şam û Komîteya Rizgarkirina Şamê ku girêdayî El Qaîdê tê nîşandan, şer derket
Li gor daxuyaniya Ehrar el-Şamê ku roja şemiyê 15ê Tîrmehê ragihandiye, koma bi navê Komîteya Rizgarkirina Şamê ku girêdayî el-Qaîde ye, hêzê dişîne bajarokê Seraqib û herêma Jebel el-Zawiye û amadekarîya êrîşê dike.
Li gor Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî di di navbera her du hêzan de şer derketiye û şerê li Til Tûqanê heta derengî berdewam kiriye.
Herwiha Ajansa Nûçeyan a Ibai a Gruba girêdayî el-Qaîde, Ehrar el-Şam tawanbar kir bi danîna xalên vekolînê û girtina fermandarekî û nobedarê wî. Hat diyarkirin ku Komîteya Rizgarkirina Şamê piştre jî bi bikaranîna zorê vekolînê rakiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)