Artşa Sûriyê hin navçeyên nû li parêzgeha Reqayê li bakurê vî welatî ji kontrola grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê derxistin
Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, navenda raghandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê raghand: Yekînên artêşê li dewama paqijkirina navçeyên rojhilata vî welatî, gundê Zemleya rojhilat, îzgeha pompajê û meydana gazê ya El-Zemleyê û meydana niftê ya El-Fehdê li başûrê Reqayê paqij kirin.
Li encama vê operasyonê bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin, du tank, trimbêleke bombekirî û çar trimbêlên tîrbarkirî hatin îmhakirin.
Fermandehiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê roja yekeşmiyê jî li daxûyaniyekê raghand: Bi derxistina grûpa terorîstî ya DAIŞê, ewlehiya tam a bajarokên Dêr Hafirê û Meskene û navçên derdora wê li rojhilata parêzgeha Helebê hatiye dabînkirin.
Fermandê yek ji yekînên endazariyê yên artêşa Sûriyê got: Yekînên endazyariya artêşê, operasyona komkirina mayn û telikên teqînê yên grûpên teorîstî li 11 gund û bajarokan li navça Rebîê li derdora bakurê Lazqiyê dawî bikin û rewşê jibo vegeriyana xelkê bo malên xwe amade bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)