Damezrandina odeya opersyona hevpar jibo şopandina buyerên mizgevta El-Eqsayê

Komên berxwedana Filistînê li Gazayê raghandin ku jibo şopandina gav bi agv a buyerên niha li Qudsê û mizgevta El-Eqsayê û her wiha raghandina tam a vê meselê odeya operasyonî ya hevpar hatiye avakirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya navenda raghandinê ya Filistînê, komên berxwedana Filistînê li civîneke rojnameavniyê pêşiya Rejîma Siyonîstî jibo domandina destdirêjî û cinayeta li dijî Qudsê û mizgevta El-Eqsayê û nimêjkirên Filistînê girtin.
Îsmaîl Rizwan ji endamên pilebilind ên tevgera berxwedana Îslamî ay Filistînê (Hamasê) tekez kir: Komên filistînî ti carî îzna cihanîna planên kirêt û cianyetên Rejîma Siyonîstî li dijî Qudsê û mizgevta El-Eqsayê nadin û ev kiryar û destdirêjiyên Rejîam Siyonîstî tê wateya îlana şêr li dijî gelê Filistînê û misilmanan.
Di eynî demê de, komên berxwedana Filistînê jibo şermezarkirina destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî li mizgevta El-Eqsayê daxwaza beşdariya berfireha filistîniyan li kombûna roja sêşemiyê li meydana “serbazê gumnam“ a navenda bajarê Gazayê kirin.