FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Me bi Îranê re li ser vekirina rûpeleka nû li peywendiyên dualî, li hev kiriye

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), roja duşemiyê li daxuyaniyekê ragihand, bi Komara Îslamiya Îranê re li ser vekirina rûpeleka nû li peywendiyên di navbera her du welatan de yên li hember dijminê hevpar û piştgiriya ji Filistîn, Mescid ul Eqsa û Berxwedanê, li hev kiriye.

Li gorî rapora IRNA`yê, HAMAS`ê bal kişand ser hevdîtina roja duşemiyê ya taxima vê tevgerê ya bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê û destnîşan kir: Zerîf li ser girîngiya mesela Filistînê ya li siyaseta derve ya Têhranê û pêwîstiya peywendiya bi komên berxwedana yên li Filistînê û di serê wan de Tevgera HAMAS`ê re sekinî.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Wezîrê karên derve yê Îranê li ser helwêsta Komara Îslamiya Îranê ya li hember mesela Filistînê ku qet nayê guhertin, sekinî û got: Têhran di çarçoveya vê helwêstê de, wê piştgiriya xwe ya ji gelê Filistînê û Berxwedana vî welatî bidomîne.

Taxima HAMAS`ê ya jibo beşdariya li rêûrisma sondxwerina Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, hatiye Têhranê.

Hesen Ruhanî, heftemîn serokkomarê Îranê, roja şemiyê jibo dewra duyemîn a serokkomariyê, li Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, sûnd xwer ku parêzvanê îslam, nizama Komara Îslamî û qanûna bingehîn be. Li rêûrisma sondxwerina Ruhanî, rayedar û kesayetiyên girîng ên Îranê û zêde ji 100 taximên payebilind ên derveyî û navneteweyî ji welatên curbicur ên cîhanê beşdar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu