Ruhanî Amerîka yê tehdît kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Ger Emerîka boykotên li dijî Îranê bidomîne, Têhran dikare di demeke kurt de ji rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de derkeve.
Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li civîan hilkolandina dengê baweriyê yê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bo wezîrên pşniayrkirî bo kabîneya nû got: Bila rayedarên Emerîkayê bizanin ku tecruba işkestxwarî ya boykot û sepandinê, dewletên xwe yên berê bikşînin ser maseya muzakir û ger hez bikin vegerin ser ezmûnên hanê, bêguman Îranê dê di demeke kurt de dê vegere rewşa pir pêşketîtir ji dema destpêbûna muzakiran.
Rûhanî hegera mehnegirtin û bêsoziyên dewleta Emerîkayê “serketina Îranê li cihanîn û sekinîna ser berpirsiayrî û bidestxistina mafên xwe û işkesta Emerîkayê li zêdexwaziyan“ da zanîn û got: Xelkê cîhanê li mehên derbasbûyî dîtine ku Emerîka hevhatinên navneteweyî binpê dike û xêncî bêsoziyên berdewam li rêketinnama navokî, hin hevhatinamên din ji wan r;ketinama Parîsê, hevhatinama Kûbayê, hevhatinama ticareta azad a Emerîkaya Bakurî nasiyar bi Neftayê jî bin pê kirine.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser alugurên navça rojava Asiyayê û got: Îran tund û tûjiyên komên tekfîrî û hewldana jibo bidestxistina ewlehiyê ji riya girêdayîbûna bi qawetên biyanî ve weke pirsgirêka sereke ya ewlehiya navçê dizane û bi nêta xêrê û viyan û morela cidî li dû aramî û aştiya li navçê ye.
Rûhanî tekez kir: Pirsgirêkên navçê tenê rêçareya navçeyî hene û Îran wek navenda aramiyê, destê heavltiyê ber bi welatên cînar ve dirêj dike û li dû aşaitî û aramiyê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi nasandina wezîrên pêşniayrkirî, destnîşan kir: Hemî wezîrên pêşniyarkirî, hêz û şiyanên xwe jibo cihanîna siyasetên aboriya ser bingeha berxwedanê, berfirehkirin, xizmeta bo gel, cihanîna armancên nizama Komara Îslamî ya Îranê û dabînkirina berjewendiyên neteweyî bikar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)