CîhanEwropaNûçe

Irma rabû û li Porto Ricoyê dide

Hat ragihandin ku borana Irmayê rabû û li Giravên Virginê û qeraxên rojhilatê bakurê Porto Ricoyê dide.

Borana Irmayê ya ku gihîşt giravên li bakurê Karayîban, li van giravan bû sedema lehiyê ku di encamê da di avahiyan da xesar çêbû.

Daîreya Neteweyî ya Hewayê ya DYAyê ragihand ku ji borana San Felipe ku di 1928an da li Guadeloupe, Porto Rico û Floridayê rabibû û bibû sedema mirina 2 hezar û 748 kesî vir va li Porto Ricoyê boraneke bi qasî Irmayê mezin ranebûye.

Waliyê Porto Rikoyê Ricardo Rossello got, “Divê em ji bo ya herî xirab amade bin. Nexwe dibe ku ev me birûxîne.”

Şîrketa belavkirina ceyrana Porto Ricoyê ragihand ku boranê bi awayekî pir xirab li binesaziyê da û dibe ku li hin deran ceyran ji 4 mehan heya 6 mehan bê qutkirin.

Borana ku leza bayê wê di saetekê da digihêje 295 kîlomêtroyî, ber bi Porto Rico, Komara Domînîkê, Haiti û Kubayê va diçe.

Ji ber boranê li Bahamayan 6 girav hatibûn valakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu