Di erdheja peravên başûrê Meksîkayê ya lerza wê 8,2 de 26 welatî mirin.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku navenda erdheja 33 kîlometre di bin avê da çêbû ji aliyê başurê rojava va 123 kîlometre ji bajarê Pijijiapanê dûr bû.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê ji bo herêma Meksîka, Honduras, Ekvador, Guatemala, Nîkaragua û Panamayê di nav xwe da dihewîne hişyariya tsunamiyê da.
Di erdheja ku li paytext Meksîkoyê jî hat hîskirin da welatî gelek tirsiyan.
Şêniyên paytext bi tirs û xof malên xwe terikandin û xwe avêtin derva.
Der barê zirara ji ber erdhejê qewimiye da heta niha tu daxuyanî nehat parvekirin.
Li gor xebera BBCyê li Eyaleta Oaxacayê 20 kes mirin.
Li Eyaleta Chiapas 4 û Tabascoyê jî 2 zarok mirin.
Hat ragihandin ku 50 milyon welatiyên Meksîkayê erdhej hîs kirine û tirs ew e ku mirî zêde bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)