Serokê Komra Îslamî ya Îarnê bal kişand ser vê yekê ku rêketinnama navokî hevhatina dualî nîne û destnîşan kir: “Her welatê ku destpêkirê binpêkirina rêketinnama navokî be, li kêleka binpêkirina berpirsiyariya xwe ya hiqûqî, riya tecrîdê bijartiye“.
Hesen Rûhanî roja çaşemiyê li dawiya sefera Niyoyorkê jibo beşdariya li 72emîn civata giştî ya NY li civîneke rojnamevaniyê tev medya navneteweyî destnîşan kir, “Gelê Emerîka û Ewrûpyê ji hewldanên Waşengtonê jibo derketina ji hevhatina navokî navbera Îran û koma 5+1`ê piştgiriyê nake“.
Serokê Komara Îslamê ya Îranê bal kişand ser edebiyata cahilane û tawanaên bêbingeh û pûç ên roja sêşemiyê yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî gelê Îranê li civata giştî ya NY û got: “Em li bendê ne ew ji gelê Îranê daxwaza lêborînê bike“.
Rûhanî her wiha li bara cinayetên artêşê û bûdaiyên Miyanmarê li dijî misilmanên Rohîngiyayê bal kişand ser vê yekê ku li Miyanmarê paqijkirina etnîkî cih tê û destnîşan kir: “NY û Konseya Ewlehiyê divê li vê barê destxwe biryarê bidin“.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara qeyrana Yemenê jî got: “Gelê vî welatî ketine ber êrişa bêrehmane ya Erebistanê“.
Rûhanî her wiah got: “Êrişa Erebistanê ser Yemenê bûye sedema berfirehbûna nexweşiyên bitalûke li vî welatî“.
Rûhanî bal kişand ser pitgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Iraq, Sûriye û Lubnanê jibo rawestana li ber terorîstan û got: “Îranê li pratîkê de nîşan daye ku jibo rawestana li ber terorîzmê cidî ye“.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku “Îranê alîkarî daye Iraq, Sûriye, Lubnan û welatên din ku bikaribin ewlehî û aramiya xwe dabîn bikin“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)