Ayetullah Kaşanî: Plana cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê, planeke sîyonîstan e
Ayetulah Mihemed Êmamî-Kaşanî li xutbeyên nimêja înîyê ya vê hefteyê got: Heke Herêma Kurdistanê ji Iraqê cida bibe, divê siberoja dîrokê de kesên ku bûn sedema perçebûna vî welatî têkildarî xîyaneta xwe bersivê bidin.
Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê herwiha got: Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê dewsa hevdestbûna digel Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst ji bo pêkanîna plana Rojhilata Navîn a nû, divê li hemberî wan bisekinin.
Ayetulah Êmamî -Kaşanî herwiha bi gotina vîya ku Berevanîya Pîroz gellek nirx pêk anîne û bû sedema poşmanbûna dijminan, ragihand: Heke rayedarên Îranê li meseleya rêketinama navokî ya digel Koma 5+1`ê li hemberî zêdexwazîyên Amerîkayê disekinin, bi hegera şehîdbûn, fidakarî û canmêrîya wan têkoşeran e ku mekteba Aşûrayê xwe re kirin mînak.
Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê bi bîr xist: Hêrsbûna Donald Trump serokomarê Amerîkayê, serokên Rêjîma Sîyonîst û binemala siûdî ji Îranê bi hegera vê çanda wêrekî, fidakarî û comerdîya gelê Îranê ye.
Ayetulah Êmamî -Kaşanî herwiha li xutbeya yekem a nivêja înîyê ya Têhranê bi hegera meha muheremê û salvegera şehîdbûna Îmam Husên (S) sersaxî da û got: Mekteba Aşûrayê insanên binirx perwerde kirine û ciwanên islamê divê fidakarî, comerdî û meinewîyetê ji şehîdên Kerbelayê fêr bibin ta ku bikaribni li hemberî dijminan bisekinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)