Salihî seredana Enstîtûya Neteweyî ya Fîzîka Atomî ya Îtalyayê kir
Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî roja Duşemiyê piştî hevdîtina bi wezîrê zanist û zanîngehên Îtalyayê, Walêriya Fêdlî, ra, seredana Enstîtûya Neteweyî ya Fîzîka Atomî ya Îtalyayê kir.
Li gorî ragihandina IRNAyê, Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî sûdewer û erênî zanîna hevdîtina digel wezîrê zanistê yê Îtalyayê ra, got: “Atmosfêreka gellek erênî di navebra du welatan da heye ku piştî Lihevkirina Navokî gellek berfirehtir ji berê bûye”.
Elî Ekber Salihî bi gotina vê yekê ku meyl û meraqa Îtalyayê ji bo hevkariya li warên zanistî, pêşeyî û têknolojiya pêşketî û îmkana hevkariyên dualî li warên cûrbicûr tê hestkirin, got: “Li vê hevdîtinê li ser warên cûrbicûr ên hevkariyê gotûbêj hat kirin û pêgirî hat kirin ku da ku derbarê plan û projeyên taybet, bi awayê hevpar sermiyan bê danîn.”
Cîgirê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Yek ji plan şû bernameyên behskirî, projeya têknolojiya Koantomî li berûlayên cûrbicûr e ku biryar hat dayîn ku li ser wê lêkolîn bê kirin”.
Wezîrê zanistê yê Îtalyayê jî got: “Sozdariya Îranê li ser Lihevkirinameya Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê ji bo Îtalyayê gellek girîng e û Roma ji cihhatina vê lihevkirnameyê piştgiriyê dike”.
Walêriya Fêdlî her wiha hêvî kir ku hevkariyên dualî yên du welatan zêdetir ji berê xurt bibin”.
Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Îranê ku ji bo beşdariya li konfêransa durojî ya Jiçekkirina Navokî li ser mijara “Hevkariyên navneteweyî ji bo xurtkirina êminbûn, ewlehiya navokî û Qedexetiya berfirehkirina Çekên Navokî” sefera Îtalyayê kiriye, biryar e sibeha roja Sêşemiyê li vê konfêransa navneteweyî gotinên xwe raber bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)