IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgîriya aşkera ya taxima dewleta Rejîma Siyonîst ji Barzanî

Taxima dewletê ya Rejîma Siyonîst, siyaseta dewleta navendî ya Iraqê rexne kir û pişta Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, girt.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, malpera nûçeyan a Midel Ist Online`ê roja îniyê nivîsî: Binyamîn Ntanyahû, serokwezîrê Îsraîlê, hewl dide jibo cihanîna siyaseta parçekirina Iraqê, piştgîriya welatên din jî bi dest bixe.

Rayedarekî îsraîlî ku nexwest navê wî were gotin, destnîşan kir: Îsraîlê jiber nêzîkbûna Herêma kurdistana Iraqê bi Îran û Sûriyê, li vê herêmê berjewendiyên xwe yên ewlehiyê hene.

Malpera nûçeyan a Midel Ist On Line`ê nivîsî: Îsraîlê peywendiyên xwe yên bazirganî, istixbaratî û leşkerî bi Kurdan re ji deheka 60`an a sedsala buhurî ve heya niha bi awayekî weşartî, parastine.

Giştpirsiya cidabûnê li Herêma kurdistana iraqê, tevî hebûna dijayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê, roja duşemiyê, 25`ê Îlonê li ser pêkutiya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana iraqê hate lidarxistin.

Ev karê Barzanî wek binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.

Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) û welatên cîhanê ev karê Mesûd Barzanî şermezar kirine û li ser parastina yekbûn û yekperçetiya axa Iraqê pêgîrî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu