Artêşa Sûriyê nêzîkî meqera koma terorîstî ya bereya El-Nusreyê bûye
Artêşa Sûriyê gihêşt 6 km-iya meqera herî mezin a bereya El-Nusreyê li rojhilata Hemayê.
Li gorî nûçeya Fars Newsê, artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê îro sêşemê di dewama operasyonên xwe li rojhilata parêzgeha Hemahê karîn ku bajarokên Ceb El-Cemelanê û Resm El-Meyalê rizgar bikin.
Bi azadkirina van bajarokan, artêşa Sûriyê gihêşte 6 km-iya bajaroka stratejîk a El-Rehcanê. Ev bajaroka navenda sereke ya bereya El-Nusreyê li rojhilata Hemahê tê hesabê.
Artêşa Sûriyê her wiha tev hêzên berevaniya gelanî ya Der El-Qelemûnê, operasyona xwe ya eskerî li derdora rojhilata Hemahê didomîne. artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman hewl didin endamên DAIŞê û bereya El-Nusreyê ji navçên derdora riya stratejîk a Eserya- El-Şêx Ul-Hilalê dûr bikin.
Li gor nûçeyeke din, artêşa Sûriyê raghand ku hêzên vî welatî, bereyên berevaniyê yên DAIŞê li bajarê Dêrazorê têk şikandine û di pratîkê de terorîstan kontrola navçên rojhilaya bajêr ku tim di destê DAIŞê de bû ji dest dane.
Artêşa Sûriyê li 48 saetên buhurî operasyoneke berfireh jibo bidestxistina kontrola taxên mayî li rojhilata bajarê Dêrazorê ku hîn di kontrola terorîstên DAIŞê de bû, destpê kir. Ev operasyona bi piştgiriya hewayî ya Rûsiyê û balefirên cengê yên artêşê hevrê bû.
Li gorî gotina çavkaniyên sûrî, niha nêzîkî 500 çekdarên DAIŞê li pênc taxan mane ku ev kes jî bi awayekî sîstematîk bi hev re di têkiliyê de nînin û welatiyên sivîl wek mertala însanî bikar tînin da ku pêvajoya paqijkirina taxên Dêrazorê hêdîtir bikin.