IraqRojhilatanavin
Navça El-Ubeydî li rojhilata El-Qaimê bi awayê tam û tekûz hat azadkirin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê li bara azadkirina tam a navça El-Ubeydiyê li rojhilata bajarê El-Qaimê li rojava vî welatî agahî dan.
Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê El-Minarê, hêzên iraqî îro karîn ku navça El-Ubeydiyê li rojhilata bajarê Qaimê ya parêzgeha Enbarê tam ji lepê DAIŞ`ê derxînin.
Duwem qonaxa operasyona hêzên ewlehî û Heşda Şebî jibo azadkirina bajarê Qaimê li rojava Enbarê îniya buhurî bi piştgiriya hêza hewayî ya Iraqê destpê bûye û tim didome.
El-Qaim ku ji dawîn meqerên DAIŞê li sînorên navbera Sûriyê û Iraqê ye parêzgeha çolê ya Enbarê tê hesabê û ji ber coxrafiyaya vî bajarî ev îmkana bo DAIŞê heye ku wê bizeliqîne navçên bin kontrola xwe li El-Bûkemalê.