NûçeRojhilatanavinSûriye

Îtirafa wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst: “Bişar Esed dawî li karê DAIŞ`ê anî“

Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst, Awîgdor Lîbêrmen (Avigdor Lieberman) her wiha got: “Serokomarê Rûsiyê, Bişar Esed karî ku şiyana artêşa vî welatî xurt bike“.

Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst her wiha destnîşan kir ku ev rêjîma hewcedara zêdekirina bûdceya xwe ya leşkerî qasî miyardek dolarî ye.

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê di rojên dawî da karîn bajarê Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêra Zorê li rojhilata Sûriyê tevî hebûna piştgiriyên giştalî yên Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê ji têrorîstan, ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bikin.

Bi azadkirina Bûkemalê, niha têrorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê tenê li nav çol û beyar û deştên derdora parêzgehên Dêra Zorê û Humsê hene.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye.

Ji wê çaxê va hêzên artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî û alîkariyên misteşarî ya Komara Îslamî ya Îranê parek pir ji axa xwe ji destê terorîstan derxistin.

Her wiha Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu