Nerazîbûna fermî ya Îranê li hember kuştina ciwanekî îranî li Emerîkayê
Komara Îslamî ya Îranê bi şandina peyamekê bo balyozxana Pakistanê wek Parêzvanê berjewendiyên Îranê li Emerîkayê li bara kiryara polîsê Emerîkayê derheq gulleavêtinê ku li encama wê ciwanekî îranî-emerîkî, hatiye kuştin, daxwaza hilkolandina destxwe ya vê meselê kir.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, li peyameke nerazîbûnê, nivîsgeha Parastina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê li Waşengtonê dilgiraniya li bara kuştina Bîjen Qeyser, ciwanê 25 salî yê Îranî-emerîkî li encama gulleavêtina bêyî heger a polîsê Emerîkayê hatiye diyarkirin û hatiye destnîşankirin ku polîsê Emerîkayê heya niha tu hegerk jibo avêtina gulleyê ser Qeyser ku li gorî gotina yek ji şehedan ji nêzîk ve cih hatiye, raber nekiriye.
Li peyama nerazîbûnê ya Komara Îslamî her wiha hatiye: Ger polîsê welatekî Îslamî cinayetek wiha bikira, Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê dê ev kara weke operasyoneke tereorîstî bida zanînê û destxwe dê ev şermezar bikira lê niha ku polîsê vî welatî, êriş kiriye ser welatiyekî biyanî, tu dengek ji wan nayê bihîstin.
Di dewama vê peyamê hatiye: Di mijraên bi vî rengî li kêmtir ji 48 sietan nûçeya bûyerê tê weşandin û lêkolîn destpê dibe lê vê carê kuştina ciwanekî îranî, du hefteyan hema wisa nepenî maye.
Nivîsgeha Parastina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê vî karê tund û tûjane ya polîsê Emerîkayê şermezar kiriye û ji beşên berpirsiyar li Emerîkayê xwestiye ku bila li hember kuştina vî ciwanê îranî berpirsiyar bin û meselê zelal bikin.
Roja sêşemiyê, 28 Mijdarê, hin medya emerîkî raghandin ku Bîjen Qeyser, ciwanê 25 salî yê îranî-emerîkî li eyaleta Vîrcînyaya bakurî, 17 Mijdarê bi mehneya revîna ji qezaya trafîkê, ketiye ber êrişa polîsê Emerîkayê û ew piştî çend rojan mayîna li nexweşxanê, duşemiyê 27 Mijdarê canê xwe ji dest daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)