Şêx Humam Hemûdî: Daxwaza serokkomarê Fransayê mudaxileya eşkere li karûbarên navxweyî yên vî welatî ye
Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê got ku ger hêzên Heşda Şebî nebana, îro rojê terorîstên DAIŞ`ê Parîs nearam kiribûn.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNA`yê, şêx Humam Hemûdî, serokê civata bilind a Îslamî ya Iraqê ev gotin li berteka li hember gotinên Êmanol Mekron, serokkomarê Fransayê li bara pêwîstiya têkbirina hêzên Heşda Şebî xistin rojevê.
Wî her wiha got: “Daxwaza serokkomarê Fransayê jibo têkbiria teşkîlata fermî û qanûnî li Iraqê, mudaxileya eşkere li karûbarên navxweyî yên vî welatî ye“.
Hemûdî teqez kir: “Serokkomarê Fransayê baştir bû rêz ji fîdakariyên lehengên Heşda şebî bigirta û xelkê Iraqê dewsa vê mudaxilê, li benda pesindayîna civaka navneteweyî ji hêzên Heşda Şebî bûn ku bi nuneratiya ji civaka cîhanî li hember DAIŞ`ê sekinîn“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)