Hêzên sûrî ji du mêhwerên Bûkemal û Meyadînê gihêştin hev
Hêzên artêşa Sûriyê ku ji midehek berî niha ve ji başûrê rojhilata Meyadînê ber bi bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê li halê operasyonê bûn, îro çarşemiyê li derdora vî bajarî gihêştin hev.
Li gorî rapora Fars Newsê, çavkaniyeke eskerî îro piştî nîvro raghand: Hêzên sûrî ku li derdora Bûkemalê gihêştine hevriyên xwe, di bin fermandetiya serheng Suhêyl El-Hesen ji fermandeyên artêşa Sûriyê bûn.
Çavkaniyên eskerî vê sibê raghandin: Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li derdora başûrê Dêrazorê 15 km an ji hêzên sûrî û hevpeymanên xwe li Bûkemalê dûr in.
Vê çavkaniya Esker her wiha raghand: Yekînên artêşa Sûriyê li halê kemilandina operasyona azadkirina hin gundan in ku ketine kêleka rojava ya çemê Firatê.
Hêzên sûrî li vê mêhwerê karîn ku gundên El-Cela, El-Remadî, El-Beqan, El-Hesran, El-Berhem, El-Meslexe û El-Selamê li rojava Bûkemalê azad bikin.
Piştî azadkirina Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêrazorê li 19 Mijdarê, bajarekî giring di kontrola koma terorîstî ya DAIŞê de nemaye û bajarok û gundên biçûk yeko yeko li halê paqijbûnê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)