ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Berçavgirtina mafên mirovan ji aliyê Îranê ve, ji ber nirxên Qanûna Bingehîn e

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, berçavgirtina mafên mirovan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê, ji ber nirx û erkên bingehîn û naveroka qanûna bingehîn da zanîn.

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja şemiyê li civîna pisporiyê ya Berçavgirtina Mafên Mirovan di nav Qanûnên cezayê yên Îranê de, herwiha got: Rast e pergala serdesxwaz bi şantaj û propagandeyên hedefdar û siyasî bi mihaneyên mafên mirovan bi dû derxistina pirsgirêkan bo Îranê ye, lê nabe ku ev mijar pêşiya jiholêrakirina lawaziyên muhtemel bigire.

Şemxanî bal kişand ser vê yekê ku prensîpa Biraet û Dilovaniyê, bingeha pergala dadweriyê ya li gorî perwedekariyên ola pîroz a Îslamê ye û destnîşan kir: Berçavgirtina deqîq a rêûresma dadweriya cezayê bona safîkirina dosyeyên curbicur û diqeta li dayîna hikm û biryarên curbicur û berçavgirtina heger û delîlên qanûnî yên jibo girtinê, ji bo çêtirkirina pergala şopandina ji hêla dadweriyê ve pêwîst e.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, herwiha li ser rawestana cidî û vebirr a dijî gendeliyê pêgîrî kir û got: Divê mêdya bi zimaneka xweş û li bin sîvana parêzbendiya ji hêla dadweriyê ve, li bara gendeliyên piştrastbûyî yên di her astekê da, agahiyan bidin.

Civîna pisporiyê ya Berçavgirtina Mafên Mirovan di nav Qanûnên cezayê yên Îranê de, sibeha roja şemiyê li Têhranê karê xwe destpê kir. Ev civîna yekrojî li du mêhwerên “Berçavgirtina qanûnên mafên mirovan di nav qanûnên cezayê de“ û “rola radyo û televîzyona Komara Îslamiya Îranê li ragihandin û perwerdekirinên hiqûqî“ hatiye plandarêştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu