Beşar Esad: Navê rêxistina terorê çi dibe bila be heya terorîstê dawî neyê tune kirin dê şer berdewam bike
Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad ragihand ku kêşeya muzakereyên Cenevreyê ku ji bo çareseriya krîza Sûriyê dihate li darxistin ewe ku hinek beşdar nerînên gelê Sûriyê nayînin ziman.
Esad di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran de diyar kir ku ew ‘sûcdariyên’ li ser hikûmeta Sûriyê yên ku di muzakereyên Cenevreyê yên dawî de hatine kirin em ne derbasdar dinirxînin û weha pê de çû: “Ez difikirim ku kêşeya di muzakereyên Cenevreyê de ewe ku hinek beşdar nerînên gelê Sûriyê nayînin ziman.”
Esad da zanîn ku ew hêvî dikin ku Kongreya Niştimanî ya Sûriyê ku dê li Soçî birêvebiçe, hem ji aliyê temsîl hem jî ji aliyê beşdaran ve cuda be diyar kir kuwan ji bo kongreyê sernav amade kirine û dê di kongreyê de hertişt were nîqaşkiirn lê pêşekî dê li ser Destûr û hilbijartinan be.
Esad diyar kir ku ew ji erka lihevanînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ji bo Sûriyê bi xweşbînî pêşwazî dikin destnîşan kir ku lê ji bo ku em ji niha û pê ve NY xweş bibînin, divê saziya navneteweyî di jêr serweriya Sûriyê re bi pêş bikeve.
Herwiha Esad aşkere kiriye ku ne raste mirov bêje li Sûriyê şer bi temamî qediyaye lê piştî tekçûna DAIŞê şer bi beşeke mezin xelas bûye û weha pê de çû: “Li Sûriyê têkoşîna dij terorê ne bi DAIŞê re sînordar e. Navê rêxistina terorê çi dibe bila be heya terorîstê dawî neyê tune kirin dê şer berdewam bike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)