100 kesên çekdar li Helebê teslîmî artêşa Sûriyê bûn
avkaniyên nûçan roja çarşemiyê ragahndin ku nêzîkî 100 kes ji endamên çekdar û neyar, piştî ku xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê li Helebê kirin, tevlî plana aşitiya neteweyî ya Sûriyê bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê, kesên hanê li çarçoveya efûya neteweyî û bi amadebûna li navenda îst û lêgeriyê li navça Minbicê li derdora Heleba Sûiyê xwe teslîmî hêzên artêşa vî welatîkirin.
Li gorî vê raporê, kesên teslîmbûyî bi dayîna nasname û belgeyên xwe bo hêzên artêşa Sûriyê, daxwaza hilkolandina rewşa xwe li gorî bernama aşitiya neteweyî li vî welatî kirin.
Beşar Esed serokkomarê Sûriyê sala 2015`an fermana aşitiya neteweyî li vî welatî wajo kir. Li gorî fermana serokkomarê Sûriyê, hemî kesên ku çekan radikin an ji destê qanûnê revîne, heke xwe ş çekên xwe radest bikin, dê werin baxişînê.