IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Hilbijartina meclisê ya Iraqê wê li dema kivşkirî were lidarxistin

Serokwezîrê Iraqê li civîna xwe ya çapemeniyê, jibilî pîrozbahiya sala nû ya zayînî bo xirîstaniyên seranserî cîhanê, pêgîrî kir hilbijartina parlimanî ya Iraqê, qet paşda nakeve.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Al Iraqiyê serokwezîrê Iraqê bi pîrozkirina sala nû ya zayînî li xirîstaniyên vî welatî û seranserê cîhanê, pêgîrî kir hilbijartina parlimanî ya Iraqê, wê qet paşda nekeve.

Heyder El Ebadî bi beşdariya li civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane destnîşan kir: Dewleta Iraqê, li ser cihanîna hilbijartinê li dema kivşkirî pêbendî qanûna bingehîn e. Li gorî qanûna bingehîn, divê herî kêm 45 roj mayî bo bidawîhatina dewra Meclisa nûneran a Iraqê, hilbijartin were lidarxistin.

Dewra çarsalî ya Meclisa Nûneran a Iraqê, li yekê Hezîrana sala 2018`an bi dawî tê û eger hûn 45 rojan paşda vegerin, dibe 15 meha Gulana 2018`an. Taxima dewletê biryar daye hilbijartina hevgav a parlemanî û konseya parêzgehan li 12`ê meha Gulana sala 2018`an li dar xîne.

Hilbijartinên hevgav ên parlimanî û konseya parêzgehan, li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Hilbijartinan tê lidarxistin ji ber ku ev komîsyona ragihandibû dikare van her du hilbijartinan di rojekê de li dar xîne.

Başa dön tuşu