39 filistînî li encama pevçûnên çaremîn îniya Xezebê birîndar bûn
Bajarên curbicur ên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê îro îniyê, şehedê lidarxistina xwenîşandana roja Xezebê li çaremîn îniya li dû hev ji bo protestokirina biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsa dagirbûyî bû.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, ev xwenîşandana li parêzgehên curbicure Filistînê hat lidarxistin û bû sedema pevçûna tev eskerên rejîma siyonîstî.
Bajarên Quds, Ramullah, El-Bîrê, El-Xelîl, Nablos, Qilqiliyê, Selfît û Zîvala Gazayê şehedê lidarxistina xwenîşandanên berfireh bûn ku eskerên siyonîst ji bo belavkirina xwenîşanderan gulle û gazên hêsirrêj avêtin.
Rêxistina Hîva Sor a Filistînê li amarên xwe yên seretayî, hejmara birîndarên vê bûyerê li du navçên kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî 35 kes ragahnd. Ji nav van birîndaran, 15 kes ketin ber gullan û birîndar bûn û 20 kesên din jî ji ber gaza hêsirrêj rastî pisrgirêka bêhnçikiyê hatine.
Li encama pevçûnên li zîvala Gazayê, 4 filsitînî bi derba gullê birîndar bûn û 15 kesên din jî bêhna wan çik bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)