ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: “Yekparçetiya îraniyan li hemberî ajawegêran serketineka din li hemberî dijminên hikûmetê pêk anî“

erokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser guhrtinên vê dawiyê li Îranê û got: “Amadebûna bi coş û ji ser agahiyê ya xelkê, yekparçetiya alî û derdorêîn siyasî, qewm û etnîk û mezheban li dijî ajawegêran, serketineka din bo Îranê li hemberî dijminên hikûmetê pêk anî“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara Sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî tevî pêgiriya li ser peydakirina eger û kokên çandî û civakî yên guhertinên vê dawiyê her wiha hewildana berpirsan ji bo têkilliya digel xelkê û bersivandina daxwazên wan ên bi heq, got: “Hişyariya gel, zanîngehî û çîn û qatên cûrbicûr ên xelkê selimand ku tevî hebûna pirsgirêkan, gelê Îranê li hemberî neçêbikaranîna daxwazan û tehrîk û handana dijmin û aliyên dijî Înqilabê radiweste“.

Rûhanî ji hişyariya hêzên ewlehkarî û ewlehiyê, hêzên Întizamî, Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Besîcê ku li warê kontrolkirina guhertinên vê dawiyê li kêleka gelê Îranê bi başî erkên xwe cih anîn, sipasî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser yekem salvegera koça dwiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê rehmetî yê Civata Diyarkirina Xêr û Kara Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, ew wek kesek bijarte, îslamnasekî nasyar, ramanwerekî emanetdar û siyasetzan û siyasetvanek da zanîn ku gelê Îranê û heta civata navneteweyî rêzê lê digire.

Ayetullah Haşimî refsencanî roja 8`ê Çileya sala 2017an di temenê 82 saletiyê ji ber kêşeya dil li Têîhranê çû ber dilovaniya Xwedê.

Rûhanî her wiha amaje bi amadebûna ji ser agahiyê ya gel û zanyar û  merceyiyetê li şermezarkirina bêhurmetiya li Îmma Xumêîynî (Re) di roja 19`ê meha Dêyê ya sala 1356an anku 9`ê Çileya sala 1978an kir û got: “Roja 19`ê meha Dêyê destpêka tevgera berfireh a gel li seranserîÎranê bû û rewş ji bo serketina dawiyê ya Înqilaba Îslamî xweş kir“.

Roja 19`ê meha Dêyê ya sala 1356an a Koça Tavî anku 9`ê meha Çileya sala 1978an gel, fêrkar û telebeyên navenda zanistên dînî ya Qumê bi nîşana nerazîtiya li hemberî bêhurmetiya rêjîma Pehlewî li kesayetiya Îmam Xumêynî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê derketin nav kolanan; Lê hêzên ewlehiyê yên Rêjîma Pehlewî hejmareka zêde ya nerziyan kuştin.

Başa dön tuşu