Serketina artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê
Artêşa Sûriyê pênc gundên din li derdora parêzgeha Helebê ji lepên koma terorîstî ya bereya El-Nusre azad kirin.
Li gorî rapora roja îniyê ya Sana Newsê, li encama êrişên artêşa Sûriyê ser meqerên terorîstên bereya El-Nusre li derdora başûrê rojhilata Helebê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û kelûmelên wan ên eskerî jî hat têkbirin.
El-Emîriyê, Ebûcilûs, Birc El-Sema, Tel Enber û Ebûebde ji wan pênc gundên parêzgeha Helebê ne ku vê dawiyê ji lepên terorîstan hatina azadkirin. Artêşa Sûriyê her wiha roja çarşemiyê, şeş gund û bajarok li derdora başûrê rojava Helebê ji lepên endamên bereya El-Nusre azad kirin.
Bi pêşdeçûna artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê, kêmtir ji heft km amne ku hêzêns ûrî li vê parzêgehê bighêjin hêzên ku li parzêgehên Hemah û Idlibê bi cih bûne.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê li derdora başûrê parêgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê jî bi işkesta koma terorîstî ya bereya El-Nusre kontrola hin mêhweran li vê parêzgehê bi dest xistiye.
Sûriye ji nêzîkî 7 salan berî niha di nava şerê li hember komên terorîstî de ye ku ji aliyê Emerîka, Erebistan, Rejîma Siyonîstî û hin aliyên navçê ve piştgirî dibin.